Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, karkerên jin ên li Herêma Pîşesaziya Organîze di kargehan de dixebitin ziyaret kir û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir.
Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak û Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de ji bo jinên li kargehên li Herêma Organîze ya Pîşesaziyê (OSB) dixebitin, ziyaret kirin. Piştî ku li ber deriyê OSB'ê ji aliyê endamên desteyê ve hatin pêşwazîkirin, Hevşaredaran li Buroya Têkiliyan a Navenda Perwerdehiya Pîşeyî ya OSB'ê bi endamên desteyê re hevdîtinek pêk anî.
Hevşredar Bucak: Em li dijî cudakariyê têdikoşin
Hevşaredar Serra Bucak di serdanê de ji ber pêşwazîkirina germ spasiya rêveberiya OSB'ê kir û got ku ev nêzî 2 hefte ne bi civîn û pîrozbahiyên jinan ên bêhempa yên li tax û kolanan balê dikişînin ser têkoşîna li dijî cihêkarî û biçûkxistina jinan.
Hevşaredar Bucak anî ziman ku wan 8'ê Adarê weke pêvajoyeke berxwedan, têkoşîn û rêxistinbûnê pêşwazî dikin û got, 8'ê Adarê ne tenê li ser pirsgirêkên jinan ên li qadên giştî, di heman demê de bal kişand ser têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan. Hevserok Bucak got, “Ez cejna Remezanê hem rêveberiya we hem jî jinên di kargehan de dixebitin pîroz dikim. "Ez hêvî dikim ku meha Remezanê bibe wesîleya xêr û azadiyê."
Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag jî 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û diyar kir ku jinan bi keda xwe ya li malê, li kolanan û li hemû qadên gel têkoşîna xwe heta roja îro anîne.
Li dû axaftinan endamên rêveberiya OSB'ê diyarî pêşkêşî Hevserokan kirin û Hevserokan jî diyarî dan jinan.
Serdana 3 kargehan
Piştre jî Hevserokatiyê yek bi yek kargehên hilberîna rîs, optîk û firçeyên boyaxê yên li Herêma Pîşesaziya Organîze ziyaret kirin, 8'ê Adarê li jinên kedkar pîroz kirin û kulîlkên ku bi xwe re anîne diyarî wan kirin. Hevserok Bucak li qadên hilberînê geriya û şert û mercên xebatê û daxwazên jinan guhdar kir. Di dawiya serdanê de Hevserok Bucak hemû jin vexwend mîtînga 8'ê Adarê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin.
Jin daxwaza zarokan dikin
Karkerên jin spasiya hevserokatiyê û hatina wan kirin û ji bo kreş li kargehê bê bicihkirin ji şaredariyê piştgirî xwestin.
Di bernameyê de bi Hevşaredar Bucak re serokên daîreyan û endamên meclîsê yên jin jî hebûn.