Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi jinan re li trîbûnê maça Amedspor-Gençlerbirligi temaşe kir, jinan bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bû dîmenên rengîn anîn pêş.
Amedspora ku di Lîga 1emîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de pêşbirkê dike, li Stada Diyarbekirê bi Gençlerbirligi re hat hemberî hev. Bi organîzasyona Meclîsa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin, jinan ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, ji bo piştgiriyê bidin Amedsporê cihê xwe di trîbûnê de girtin.
Hevşaredar Bucak bi jinan re maç temaşe kir
Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak ji trîbûnê ku serekên daîreyan, endamên meclîsê, xebatkarên şaredariyê û jin lê amade bûn maç temaşe kir. Di ketina stadyumê de ji aliyê endamên rêveberiya Amedsporê ve hat pêşwazîkirin, Hevşaredar Bucak ji aliyê jinên li trîbûnan ve rastî eleqeyeke mezin hat. Bucak bi jinan re sohbet kir û bi wan re wêne kişand.
Koreografiya 8ê Adarê
Koreografiya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ku beriya pêşbirkê ji aliyê temaşevanan ve hatibû amadekirin hat nirxandin.
Jinan trîbûn bi rengê mor xemiland
Jinan bi kincên binefşî trîbûnên jinan tijî kirin, jinan bi tilîliyan piştgirî dan Amedsporê. Jinan bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pankarta “Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re tundiyê rawestînin” ku ji aliyê şaredariyên Partiya DEM’ê ve bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê hate destpêkirin û dê salekê bidome, vekirin û trîbûn bi poster û pankartên mor xemiland.
Maç bi wekhevî qediya
Amedspora ku di encama maçê de bi reqîbê xwe Gençlerbirliği re 1-1 ma, puanên xwe yên di komê de derket 40î.