Şaredarî, beşdarî Pêşangeha ITB ya Berlînê bû

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beşdarî yek ji pêşangehên herî bi rûmet ên turîzmê û gerê ye, Pêşangeha Turîzmê ya Navneteweyî ya Berlînê (ITB) bû.

Pêşangeha Turîzmê ya Navneteweyî ya Berlînê, di Navenda Pêşangehê ya Berlînê de hate vekirin. Rêveberiya Şaxê ya Turîzmê ya ser bi Serokatiya Karûbarên Çandî û Civakî ya Şaredariya Mezin, di navbera 4-6ê Adarê de vekirî dimîne, bi hevkariya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO), acenteyên fermî yên Komîteya Acenteyên Gerê yên Tirkiyeyê (TURSAB) û nûnerên sektorê beşdarî pêşangehê bû. Heyeta Amedê armanca wê ku mîrasa çandî ya kevn a bajar bi cîhanê bide nasîn û weke armanceke girîng a turîzmê di bazara Ewropa û cîhanê de xwe pêşkêş bike.

Di dirêjahiya pêşangehê de, di stenda Amedê de, ew ê bi hevkarên bajar û nûnerên sektorê re hevdîtin pêk bînin. Di vê çalakiya sê rojan de, bi destnîşankirin û pêşxistina dîrok û zengîniyên çandî, potansiyela turîzmê ya Amedê di qada navneteweyî de were nasîn.

 

Image Gallery