Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî vekirina Navenda Hevgirtin û Jiyanê ya Jinan a Nudem a Şaredariya Farqînê bû û destnîşan kir ku ev navend dê bibe cihekî ku hevgirtina jinan lê mezin dibe.
Navenda Hevgirtin û Jiyana Jinan a Nudem, ku ji aliyê Şaredariya Farqînê ve li Taxa Selahattin hatiye avakirin, hat vekirin. Di vekirinê de, li gel Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Adalet Kaya, Hevşaredara Şaredariya Farqînê Sevim Biçici, hevşaredarên şaredariyên navçeyan, endamên meclisê û nûnerên rêxistinên jinan beşdar bûn.
Hevşaredar Bucak: Dê ji jinên Farqînê re bibe war
Hevşaredar Bucak, di vekirina Navenda Hevgirtina Jinan de axivî û got ku ew li bajêr berdewam Navendên Jiyana Jinan vedikin: "Wek ku me soz dabû, em ji cihê ku em lê mane bi hêztir berdewam dikin. Navenda Hevgirtina Jinan a Nudem dê ji jinên Farqînê, jinên Amedê re bibe cih, bibe war. Dê bibe cihek ku hevgirtina jinan, rêxistinbûna jinan lê mezin dibe."
'Em hevgirtina jinan mezin dikin'
Hevşaredar Bucak, bal kişand ser gotûbêjên li ser çareseriya pirsgirêka Kurdî û got: "Ez bawer dikim ku jin, dê ji banga avakirina aştiyê û civaka demokratîk re hertim bersiveke bihêztir û rêxistinkirî bidin."
Hevşaredar Bucak, ku balê kişand ser mezinkirina têkoşîna rêxistinkirî ya jinan ber bi 8ê Adarê ve, wiha domand: "Bi hevgirtina jinan û hêza jinan re, em bi dayikên xwe, bi jinan re, li herêmên xwe soza avakirina aştiya civakî û pergala demokratîk didin. Em ji hemû xebatkarên Navenda Hevgirtina Jinan a Nudem serkeftinê, destxweşiyê dixwazin. Ez cardin ji hevşaredar û endamên meclisê re ji bo hewl û xebatên wan spas dikim."
'Em ê têkoşînê bidomînin'
Hevşaredara Şaredariya Farqînê Sevim Biçicî jî diyar kir ku ew ji ber 8ê Adarê Roja Jinên Karker ên Cîhanê ya ku nêzîk dibe kêfxweş in û got: "Navenda Hevgirtina Jinan a me ji her kesî re pîroz be. Em ê wek jinên Farqînê li vir, hem ji bo azadkirina jiyana xwe û hem jî ji bo derxistina holê ya reng û dengê xwe, têkoşînê bidomînin."
Piştî axaftinan, vekirina Navenda Hevgirtina û Jiyana Jinan a Nudem hat pêkanîn. Hevşaredar Bucak û yên pê re Navenda Hevgirtina Jinan gerandin.
Â