Encûmena Birêveber a Konseya Bajêr a Amedê, di bin serokatiya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin û Konseya Bajêr Dogan Hatun de civiya.
Encûmena Birêveber a Konseya Bajêr a Amedê, civîna xwe ya duyemîn a sala 2025an pêk anî. Di civînê de, ku li Navenda Çand û Kongreyan Çand Amedê di bin serokatiya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin û Konseya Bajêr Dogan Hatun de hat lidarxistin, endamên encûmena birêvebirina Konseya Bajêr beşdar bûn.
Di civînê de, ku xebatên heyî hatin nirxandin, li ser xebatên ku dikarin werin kirin li gorî rol û mîsyona Konseya Bajêr derbarê pêvajoya pêşketî ya pirsgirêka Kurd de, nirxandin hatin kirin.
Â