Hevşaredar Serra Bucak: Em ê bi hev re aştiyê biqêrîn

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di çalakiya ku li Meydana Îstasyonê ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hat lidarxistin de beşdar bû û got: "Em ê bi hev re aştiyê bilind bikin".

Li Amedê, 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi mîtîngeke li Meydana Îstasyonê hatî lidarxistin hat pîrozkirin. Jinên ku li pêşiya AZC Plazaya li Taxa Ofîsê bi cilên xwe yên herêmî civiyan, bi tîlîlî û dirûşman di nav kortejê de heta Meydana Îstasyonê meşiyan. Jinan, bi posterên ku vekirin bala mirovan kişandin ser tundiya mêran û polîtîkayên ku jinan tune dihesibînin.

Di kortejê de Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û hevşaredarên şaredariyên navçeyan jî cih girtin. Hevşaredar Bucak bi jinan re meşiya û beşdarî mîtînga li Meydana Îstasyonê bû. Li qada mîtîngê Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û hemû hevşaredarên şaredariyan hatin vexwendin ser dikê. Hevşaredarên ku gel silav kirin, bi çepik û tîlîlîyan hatin pêşwazîkirin.

Hevşaredarên şaredariyan, li ser dikê bi endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê re kevok firandin û xwestin ku 8'ê Adarê bibe wesîleya aştiyê.

Hevşaredar Serra Bucak a ku li mîtîngê axivî, bi gotinên "Silav li jinên berxwedêr ên Amedê, silav li dayikên me yên berxwedêr ku sal bi sal hêviya aştiyê qet wenda nekirine. Silav, li malê, li kar, li dibistanê, li kuçeyê, li jinên berxwedêr ên ku li hember tundî û îstîsmarê serî natewînin, silav li we hemûyan" jin silav kirin.

'Piştgiriya jinan mezin dibe' 

Hevşaredar Bucak a ku bala mirovan kişand ser têkoşîna bi rêxistin a jinan û piştgiriya wan a ku her diçe mezintir dibe, got: "Em kêfxweş in ku di 8'ê Adarê de em hemû li vir in. Em wek hevşaredarên jin ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan, bi rêz û evîn silavên xwe li we hemûyan dikin. Em serbilind in ku li vir bi we re ne, çi xweş e ku hûn hene."

Girîngiya aştiya mayinde û bi rûmet 

Hevşaredar Bucak a ku behsa banga çareseriya pirsgirêka Kurd a ku di 27'ê Sibatê de hat îlankirin, wiha axivî: "Li welat bangek ji bo aştî û civaka demokratîk hat kirin; bangek hat kirin ku avakirina aştiyê mimkûn e û em nêzî aştiyê ne. Em jin ji bo ku vê bangê bikin aştiyeke mayinde û bi rûmet, ji bo ku em vê biharê û aştiyê bi hev re pêşwazî bikin li vir in, li Amedê ne, li Batmanê ne, li Wanê ne, li Mêrdînê ne. Em ê hemû bi hev re têkoşîna aştiyê, banga aştiyê bilind bikin."

'Em ê dev ji mafên xwe û jiyana xwe bernedin' 

Hevşaredar Bucak a ku got "Em ê tu carî ji mafên xwe û jiyana xwe dev bernedin", destnîşan kir ku ewê li dijî şer û pevçûnan, aştiyeke bi rûmet biparêzin. Hevşaredar Bucak, "Erê jinên hêja, wek hevşaredarên vî bajarî, Amedê yên ku salek e hatine hilbijartin, hevalên we yên jin, hevalan, bi hêviya 4 saleke din bê qeyûm, bi baweriya me ya ji têkoşîna aştiyeke bi rûmet a ku rê nade destdirêjiya qeyûm, em 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dikin" got.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31