Tîma Futbolê ya Mêran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di hevrikiya ku bi pankarta "8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz be" derket meydanê, DSÎ Spor 6-0 têk bir.
Tîma Futbolê ya Mêran ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê de hatiye damezirandin, serkeftinên xwe didomîne. Tîma DBB ya ku di Lîga Super Amator a Diyarbekirê Koma A'yê de têdikoşe, li Tesîsên Sporê yên Şilbê bi DSÎ Sporê re rû bi rû hat.
Bi pankarta 8'ê Adarê derketin meydanêÂ
Dema ku Tîma DBB bi pankarta "8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz be" derket meydanê, di 90 deqeyên lîstikê de performanseke bilind li hember heyfa xwe nîşan da. Tîma DBByê di dawiya hevdîtinê de DSÎ Spor 6-0 têk bir.
Bi vê encamê Tîma DBByê puanên xwe derxist 39an û serkêşiya xwe di komê de didomîne.
Â