Hevşaredar Hatun ji bo projeyên enerjiyê bi TSKB re hevdîtin kir

Hevserokê Şaredariya Mezin a Amedê Dogan Hatun, ji bo projeyên enerjiya nûjenbar û jeotermalê bi Alîkarê Rêveberê Giştî yê Banka Pêşketina Pîşesaziya Tirkiyeyê Hasan Hepkaya re hevdîtin kir.

Hevserokê Şaredariya Mezin Dogan Hatun, ji bo nirxandina mekanîzmayên fînansman û piştgiriyê di çarçoveya projeyên enerjiya nûjenbar û jeotermalê de li Stenbolê hevdîtineke girîng bi Banka Pêşketina Pîşesaziya Tirkiyeyê (TSKB) re pêk anî. Di hevdîtina ku Hevserok Hatun bi Alîkarê Rêveberê Giştî yê Banka Pêşketina Pîşesaziya Tirkiyeyê Hasan Hepkaya re kir de, hat gotûbêjkirin ka ji bo veberhênanên enerjiya domdar ên şaredariyê çawa modeleke hevkariyê dikare were pêşxistin.

Ji ber ku TSKB nikare rasterast fînansman ji saziyên giştî re pêşkêş bike, bi taybetî ji bo projeya enerjiya jeotermalê modela royaltiyê hat rojevê. Hat gotûbêjkirin ka ev model ji bo şaredariyê alternatîfeke guncaw e an na da ku projeya xwe pêk bîne.

Şaredariya Mezin a Amedê, bi projeyên enerjiya nûjenbar armanc dike ku pêşketina herêmî piştgirî bike û domdariya hawîrdorê pêk bîne. Di vê çarçoveyê de, tê plansazkirin ku xebatên teknîkî yên ku bi TSKB re tên meşandin bên kûrkirin û modelên hevkariyê yên alternatîf bên nirxandin.

Di hevdîtinê de Seroka Saziya Xizmetên Darayî Ozlem Tekin û Serokê Saziya Etûd û Projeyan Murat Akbaş ligel Hevşaredar Hatun bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31