Di hevdîtina Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun bi heyeta Saziya Fînansê ya Navneteweyî (IFC) ya Tirkiyeyê re, pêşveçûnên erênî derbarê fînanskirina Projeya Sîstema Rêhesinî ya Sivik de çêbûn.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, ku têkiliyên xwe li Stenbolê didomîne, bi heyetekê re hevdîtin pêk anî ku tê de Serokê Ofîsa Tirkiyeyê ya Saziya Fînansê ya Navneteweyî (IFC) Selma Rasavac Avgadic, Rêveberê Herêmî Marieme Travaly û Berpirsê Operasyonên Tirkiyeyê Fatih Avci hebûn.
Tîma teknîkî dê were Amedê
Di hevdîtina bi heyeta IFC ya Tirkiyeyê re, pêşveçûnên erênî di fînanskirina Projeya Sîstema Rêhesinî ya Sivik a Amedê de çêbûn. Di hevdîtinê de, hat ragihandin ku pêvajoya nirxandina ji bo fînanskirina Projeya Sîstema Rêhesinî ya Sivik a Amedê dê di demeke nêz de dest pê bike û tîma teknîkî ya IFC dê di demeke kurt de were Amedê.
Di hevdîtinê de, Seroka Daîreya Xizmetên Darayî Ozlem Tekîn û Serokê Daîreya Lêkolîn û Projeyan Murat Akbaş jî bi Hevşaredar Hatun re bûn.
Â