Hevşaredar Bucak: Rola jinan di avakirina aştiyê de girîng e

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di civîna meclîsa meha adarê de 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir û got ku rol û mîsyona ku jin dê di avakirina aştiyê de bilîzin girîng e.

Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin, rûniştina yekem a civîna asayî ya meha adarê pêk anî. Di rûniştina ku li Salona Meclîsê bi serokatiya Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak hat lidarxistin de, endamên meclîsê beşdar bûn.

Hevşaredar Bucak: Jin dê bi xurtbûnê hebûna xwe bidomînin

Hevşaredar Bucak, di axaftina vekirin a civîna meclîsê de 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir. Hevşaredar Bucak diyar kir ku jin dê bi xurtbûnê hebûna xwe bidomînin û got, "Bi jinên Amedê re, li bajar û navçeyên me, li tax û gundên me, li şahiyên me, di hevdîtinên jinan de, di du hefteyên dawî de me bernameyek gelek dewlemend û xweş a 8'ê Adarê diyar kir. Bêguman di mîtînga Amedê ya 8'ê Adarê de jî, mijareke bingehîn derket holê ku em divê pêş bixin, mezin bikin û hîmên wê ava bikin ji bo pêşeroja me."

'Ji bo avakirina aştiyê, karên jinê yên ku wê bike gelek in'

Hevşaredar Bucak behsa banga ku şanda Îmraliyê di 27'ê Sibatê de kir û bala xwe kişand ser rola jinê di avakirina aştiya civakî de. Bucak destnîşan kir ku parastina banga ji bo civaka demokratîk girîng e û wiha axivî: "Li vir hêmana herî girîng, rola jinan e. Ev mîsyon û rola girîng ku têkoşîna jinê, rêxistinbûna jinê, ji bo avakirina aştiyê û pêşxistina aştiyê sereke bike yek ji berpirsiyariyên me yên herî girîng e. Bila rêya me hemûyan vekirî be. Em hemû gelek karên me hene ku em bikin. Bi taybetî jin û hemû civaka me, ji bo avakirina aştiyê gelek karên ku bê kirin, gotinên ku bên gotin û avakirin hene. Ji ber vê yekê ez ji bo we hemûyan serkeftinê dixwazim."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31