Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ, bi Avahiya Paqijkirina Ava Qirêj a li navçeya Bismilê ava kiriye, pêşî li qirêjkirina Çemê Dîcleyê tê girtin.
Avahiya Paqijkirina Ava Qirêj a Biyolojîk a Pêşketî ya Bismilê ku girêdayî Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyona Amedê (DÎSKÎ) ye, ji bo parastina hawîrdorê xebatên xwe didomîne. Ev avahî ku li ser qada 45 hezar metreçargoşe hatiye avakirin û bi alîkariya 85% a Yekîtiya Ewropayê hatiye avakirin, dihêle ku ava qirêj bê zirar bo xwezayê bê paqijkirin. Ava qirêj a ku ji sîstema kanalîzasyona Bismilê bi boriyên 1200'î tê avahiyê; piştî jêbirina nîtrojen, fosfor û karbonê, bi awayekî paqij tê berdan Çemê Dîcleyê. Bi vî awayî, hevsengiya ekolojîk a Çemê Dîcleyê tê parastin.
Salane 4,5 milyon metrekûp av tê paqijkirin
Avahî, rojane 12 hezar û 500 metreküp ava qirêj paqij dike û salane dibe sebeba paqijkirina 4,5 milyon metrekûp avê. Berî ku ava paqijkirî bê berdan bo nav xwezayê, ji 11 xalên cuda nimûne tên girtin û tê kontrolkirin ka li gorî standardan e yan na.
Tîmeke pispor a 22 kesan dixebite
Li avahiyê tîmeke pispor a 22 kesan ku ji endazyarên hawîrdorê, endazyarên elektrîkê û kîmyageran pêk tê, kar dike. Nimûneyên ku li laboratuwarê tên lêkolîn, ji aliyê lihevhatina bi zagonsaziyê ve ji analîzên berfireh derbas dibin. Her wiha, bi saya Sîstema Şopandina Berdewam a Ava Qirêj (SAÎS) ku ji aliyê Wezareta Hawîrdor, Bajar û Guherîna Avhewayê ve hatiye mecbûrîkirin, hin parametreyên ava ku avahî paqij dike, di cih de ji wezaretê re tên şandin.
'Ev cure avahî pir girîng in'
Cengiz Solmaz, berpirsê Avahiya Paqijkirina Ava Qirêj a Biyolojîk a Pêşketî ya Bismilê, derbarê xebatan de agahî da û destnîşan kir ku ev cure avahî ji bo tenduristiya gelê herêmê û parastina hawîrdorê pir girîng in, û got ku ew ji bo parastina Çemê Dîcleyê û birêvebirina çavkaniyên avê bi awayekî domdar xebatên xwe didomînin. Solmaz wiha got: "Avahiya Paqijkirina Ava Qirêj a Bismilê ku ji bo rêgirtina li qirêjiya avê ya ku jiyana zindiyan tehdît dike girîngiyeke mezin heye, parastina Çemê Dîcleyê pêk tîne."
Â