Refûj û çatrerê dê bi gulan bên xemilandin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê 46 hezar şitilên gulan li refûj, çatrerê û parkên bajêr biçîne.

Rêveberiya Park û Baxçeyan ku li Şefêtiya Fîdanlikê ya li navçeya Yenişehirê berdewam berhemhênana nebatan dike, dê îsal, bêyî yên ku berê hatine çandin, 46 hezar fîdeyên gulan ên ji cûreyên cuda li refûj û çatrerêyên diyarkirî daçikilînin erdê.

10 hezar şitilên gulan dê bên çandin

Rêveberiya Park û Baxçeyan, ji bo ku Amedê bike bajarê gulan, îsal ji derve 36 hezar nebatên ji cûreyên Yediveren, Muhammediye û Meylandê kirîne.

Midûriyeta Şaxa Fîdanlik û Bidarûberkirinê, ji bilî kirrînê, ji gulên cûreyên Yediveren, Muhammediye û Meyland ku di qadên heyî de hene, bi budanê 10 hezar çelik bi dest xistin.

Ekîban ji bo ku çelikên gulan ên bi dest xistî bikokînin, ew xistine teştên berhemhênanê û piştî nêzîkî 6 mehan, dê 10 hezar gulên cûrbicûr ku kokandin bo ku li deverên cuda yên bajêr bên bikaranîn, bikin nav guldankan.

Dest bi çandina fîdeyên gulan hat kirin

Midûriyeta Şaxa Fîdanlik û Bidarûberkirinê, li derveyî berhemhênana xwe, dest pê kir ku gulên ku îsal ji derve kirîne, li gorî bernameya ku diyar kiriye, li xalên cuda yên navçeyên Yenişehir, Baglar, Kayapinar û Sûrê daçikilîne erdê.

Beriya ku gul, ku yek ji hêmanên girîng ên nebatên xemlandî û qada peyzajê ne, bên çandin, ekîban xebat kirin da ku qadan ji bo çandina nebatan guncaw bikin.

36 hezar gul dê li qadên cuda bên çandin

Rêveberiya Park û Baxçeyan dê 36 hezar gulên cûreyên Yediveren, Muhammediye û Meyland ku li gorî avhewa û xwezaya bajêr in, di dîrokên cuda de, li refûj û çatrerêyên diyarkirî biçîne.

Dê bala zêdetir li ser komên nebatên bûte bê dayîn

Midûriyeta Şaxa Fîdanlik û Bidarûberkirinê, ku pêşbîn dike ku bi germahiya gerdûnî re çavkaniyên avê her roj kêm dibin, pêdiviyên nebatan ên refûj, çatrerê û parkan li gorî vê rewşê dişekil dike.

Rêveberiya Park û Baxçeyan dê ji bo ku avê biparêze, berhemhênana kulîlkên demsalî yên havînî-zivistanî bi rêjeyeke mezin kêm bike.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31