Sîstema Kontrola Çarrêyan a bi piştgiriya Hişê Çêkirî li Amedê tê avakirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca sivikkirina barê trafîka bajêr, dest bi sazkirina "Sîstema Kontrola Çarrêyan a Dînamîk bi Piştgiriya Hişê Çêkirî" kir ku ev teknolojiya herî nû ya sînyalîzasyonê ye li cîhanê.

Serokatiya Daîreya Veguhastinê, ji bo sivikkirina trafîka bajêr, gav avêt da ku sîstema sînyalîzasyonê ya bi piştgiriya hişê çêkirî pêk bîne.

Amed dê bibe cihê 4'emîn ku ev sîstem lê tê sepandin

Sîstema Kontrola Çarrêyan a Dînamîk bi Piştgiriya Hişê Çêkirî ku li Arkadaxa Turkmenistanê, Jakartaya Endonezya û Bursaya Tirkiyeyê hatiye sazkirin, niha jî li Amedê tê bicihkirin.

Dema sekinîna wesaîtan a li ber lempeyê dê kêmtir bibe

Sîstem ku demên sekinandinê yên navîn ên wesaîtan li çarrêyan herî kêm dike, bi daneyên wesaîtên tevger, qelebalixiyan û daneyên leza di navbera çarrêyan de vedikole û bi algorîtmayên ku di hundirê xwe de dişixulîne, koordînasyona di navbera çarrêyan de dabîn dike û çarrêyan bi awayekî herî bikêrhatî dixebitîne.

Sîstem, herwiha bi daneyên wesaîtên tevger, matrîsên destpêk-gihîştin di nava bajêr de çêdike ji bo tespîtkirina tevgerê di nava bajêr de. Bi vî awayî tê tespîtkirin ku çend ji sedî wesaîtên ku di trafîkê de digerin ji ku tên û bi kîjan rêyê diçin ku derê. Bi vî awayî, bajêr di pîvanên makro û mîkro de bêtir bi hûrgilî tê vekolîn, û rewşên wekî li ku derê rêyên navbendî bên çêkirin, avahîsazî, trafîk ji kîjan rêyan bê rêvebirin dikarin bên tespîtkirin.

BeÅŸek ji xebatan qediya

Xebatên ku li gelek deverên bajêr dest pê kirine ji bo sazkirina "Sîstema Kontrola Çarrêyan a Dînamîk bi Piştgiriya Hişê Çêkirî" berdewam in. Li çarrêyên di navbera Kuçeya Abdulkadir Aksu û Bûlevara Mezopotamya, Kuçeya Abdulkadir Aksu û Kuçeya Nazim Hikmet, Kuçeya Aram Tigran û Kuçeya Qamişlo, Kuçeya Qamişlo û Kuçeya Mehmet Uzun, Kuçeya Orhan Dogan û Kuçeya Mehmet Uzun, Bûlevara Mezopotamya û Kuçeya Mastfiroş, Bûlevara Firat û Bûlevara Mezopotamya, Kuçeya Nazim Hikmet û Bûlevara Mezopotamya; kolandin, raxistina lûleyan, montaja tesîsata kabloyên elektrîk û înternetê, panoya sahe û montaja dirêjên kamerayê qediyane, lê xebatên bingeha jêrîn berdewam in.

Çarrêyên ku dê xebat lê dest pê bikin

Li çarrêyên di navbera Kuçeya Elezîz û Bûlevara Mezopotamya, Kuçeya Elezîz û Kuçeya Ahmet Arif, Kuçeya Çewlik û Kuçeya Yeni Hal, Bûlevara Silvan û Rêya Donumlu-Diyarbekir de, dê di demeke nêzîk de xebat dest pê bikin.

Sîstem dê berfireh bibe

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin, di nav salê de dê xebatên pêwîst bikin da ku sîstema bi piştgiriya hişê çêkirî li çarrêyên girîng û qelebalix ên bajêr saz bikin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31