Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi projeya ku ji bo modernîzekirina binesaziya avê dimeşîne, 1.143 arizeyên li bîrên sondajê yên li taxên gundan û navendê çareser kir.
Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ (Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê) bi destpêka projeya "Wergirtina Xizmeta Lênêrîn û Tamîrkirina Motopompayan" ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Pêşxistina Stratejiyê ve bi çavkaniyên xwe hatiye destpêkirin, dest bi xebatan kir da ku bingeha avê ya bajêr modernîze bike û pirsgirêkên heyî herî kêm bike. Bi projeyê tê hedefkirin ku tedarika avê ya bajêr bêtir bi berhem bibe.
Proje dê di 12 mehan de were temamkirin
Proje ku di 20'ê Îlona 2024'an de hat destpêkirin, tê plankirin ku di 12 mehan de were temamkirin. Di çarçoveya projeyê de 75 qelemên cuda yên lênêrîn û tamîrkirinê cih digirin, û bi saya modernîzasyona tora avê, tê hedefkirin ku birînên avê kêm bibin û çavkanî bi bandor bên bikaranîn.
1.143 arize hatin çareserkirin
Ekîbên Şaxa Bîrên Avê û Pompayên Serokatiya Daîreya Elektrîk û Makîneyê ya DÎSKÎ, di 5 mehên pêşîn de 541 arizeyên mekanîkî û 602 arizeyên elektrîkî yên li bîrên sondajê li taxên navendê û gundan tamîr kirin û lênêrîna pompayên noqî pêk anîn.
'Di 5 mehan de me serkeftineke girîng bi dest xist'
Rêveberê Şaxa Bîrên Avê û Pompayan Mustafa Ateş, derbarê xebatan de agahî da û got ku bi projeyê ne tenê tê hedefkirin ku bandora tora avê zêde bibe, lê herwiha tê hedefkirin ku gihîştina hemwelatiyên ku li herêmên gundan dijîn a ji bo ava paqij û bêqutbûn hêsan bibe.
Ateş got ku bi saya xebatên çirr ên 5 mehî yên ekîban, 1.143 arize hatin tamîrkirin û gelek pompayên noqî lênêrîn hatin kirin û cardin ketin dewreyê, û wiha got: "Me di projeya xwe ya bi budçeya nêzîkî 21 milyon lîreyî de bi rêjeya ji sedî 45 pêşketin qeyd kir û li gorî plansaziyên xwe serkeftineke girîng pêk anî. Di 7 mehên mayî yên projeyê de jî, xebatên me bi heman fedakariyê dê berdewam bikin, em ê berdewam bikin çareseriyên bandor hilberînin ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku hemwelatiyên me di tedarika avê de dijîn. Ev proje, nîşana biryardariya me ya ji bo pêşkêşkirina bingeheke avê ya bihêztir û berdewamtir ji bo gelê Amedê ye."
Â