Şaredariya Bajarê Mezin hişyariya hafriyatê dide

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî ku di xebatên xwe de 4 hezar qutiyên çopê li ser rêyên sereke yên bajêr danî, niha jî dest bi danîna lewhên hişyariyê kiriye da ku hafriyat li kêleka rêyan neyê rijandin.  

Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, bi dirûşma “Ez ji Amedê hez dikim, wê qirêj nakim” di çarçoveya kampanyaya paqijiyê de, ku di 5’ê Hezîrana Roja Jîngehê ya Cîhanê de dest pê kiribû, xebatên xwe didomîne. Di çarçoveya van xebatan de, ekîbên ku di 29’ê Mijdarê de dest bi montaja 4 hezar qutiyên çopê kiribûn, nêzîkî bidawîbûnê ne û niha dest bi danîna lewhên hişyariyê kirine ji bo ku hafriyat, kavil û bermahiyên ku tenduristiya mirovan û jîngehê dixe xetereyê li kêleka rêyan neyên darêtin.  

‘Wê tedbîrên îdarî bên sepandin’ 

Midûrê Şaxa Bermahiyên Hişk a Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê Mehmet Baran der barê xebatan de agahî da û diyar kir ku kampanyaya “Ez ji Amedê hez dikim, Ez qirêj nakim” di çarçoveya giştî ya bajêr de bûye seferberiyeke paqijiyê. Baran destnîşan kir ku ji welatiyan bertekên erênî werdigirin û der barê rijandina hafriyata bêdestûr de wiha axivî: “Cihên ku hafriyat bi awayekî qaçax têne rijandin ji aliyê me ve hatine tespîtkirin. Paqijkirina wan wê ji aliyê ekîbên me ve bê kirin. Ji îro û pê ve, şaredariya me wê di vî warî de kontrolên hişk bike. Heger hafriyata qaçax li qada diyarkirî neyê rijandin, wê tedbîrên îdarî bên sepandin. Ziyanên ku mîkserên betonê li rêyên asfalt ên xweş ên Amedê didin, tehdîtkirina tenduristiya mirovan û tevger û helwestên ku rewşa trafîkê dixe xetereyê, wê di çarçoveya bernameyê de ji bo mîkserên betonê tedbîrên me hebin.”  

‘Ji kerema xwe zirarê nedin qutiyên çopê’

Baran diyar kir ku ew di montaja 4 hezar qutiyên çopê yên armanckirî de nêzîkî dawiyê ne û bang li welatiyan kir ku xwedî li qutiyên çopê derkevin û zirarê nedin wan.  

‘Qirêjnekirin hesta xwedîderketina herî baş e’  

Baran ji welatiyan ji bo paqijiyê piştgirî xwest û got: “Qirêjnekirin hesta xwedîderketina herî baş e. Xwedîderketin peywireke welatîbûnê ye. Banga me jî li ser vê bingehê ye. Hemû qadên ku gel ji me re ragihandine, gilî û îxbarên ku hatine, di çarçoveya bernameyê de bi lez û bez ji aliyê me ve tên nirxandin.”

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31