Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku navenda bajêr û navçeyên Farqîn û Erganî bi binesaziyeke bihêz werin xurtkirin, ji bo 6 projeyên mezin 72 mîlyon avro alîkariya bêpere peyda kir û pêvajoya îhaleyê dest pê kir.
Midûriyeta Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), ji bo çareserkirina pirsgirêkên binesaziyê yên li seranserê bajêr, projeyên ku di sala 2014’an de bi Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re ketibûn rojevê, piştî 11 salan ji bo bicihanînê rojên dawî dihejmêre. Di meha Çileyê de bi îmzekirina peymanan di navbera Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ, Îlbank û saziyên têkildar de, pêvajoya peydakirina alîkariyê qediya û piştre pêvajoya îhaleya projeyan dest pê kir. Di çarçoveya alîkariya 72 mîlyon avroyî ya ku bi destpêşxeriya DÎSKÎ’yê hate bidestxistin de, li Farqînê 2, li Erganî 3 û li navenda Amedê 1 projeyên bi giştî 6 proje wê bên bicihanîn.
Çarçove û armancên projeyan
Tesîsa Paqijkirina Ava Amedê Qonaxa 2’yemîn û depoya 20 hezar metrekubî, Tesîsa Paqijkirina Ava Qirêj a Farqînê, xeta kanal û ava baranê ya Farqînê, Tesîsa Paqijkirina Ava Qirêj a Erganî û projeya xeta ava vexwarinê, kanalîzasyon û ava baranê wê bên bicihanîn.
Bi Tesîsên Paqijkirina Ava Qirêj re tê armanckirin ku ava qirêj were paqijkirin û bêyî ku zirarê bide xwezayê were darêtin. Bi projeyên ava vexwarinê re jî, kêmkirina qutbûna avê li herêmê û peydakirina ava paqijtir û tendurist di nav armancên sereke de ye. Herwiha, bi projeyên ava qirêj û ava baranê re tê plankirin ku pêşî li lehî û lêmiştan bê girtin û pirsgirêkên binesaziyê kêm bikin.
Kapasîteya Tesîsa Paqijkirina Ava Vexwarinê dibe du qat
Di çarçoveya projeya Qonaxa 2’yemîn a Tesîsa Paqijkirinê û depoya 20 hezar metrekubî de, li Tesîsa Paqijkirina Ava Vexwarinê ya Navenda Amedê wê hewzên fîltrasyon û zelalkirinê yên zêde bêne çêkirin. Bi vê projeyê ku kapasîteya Tesîsa Paqijkirina Ava Vexwarinê ya Navenda Amedê du qat zêde dike, zêdebûneke mezin di peydakirina ava vexwarinê ya tendurist de tê hedefkirin.
Li Erganî 252 km xeta ava vexwarinê wê bê çêkirin
Li Erganî, ku bi zêdetirî 139 hezar nifûsa xwe navçeya herî mezin a gundewarî ya Amedê ye, 3 projeyên mezin wê bên meşandin ku binesaziya ava vexwarinê, ava qirêj û ava baranê bihêz bikin.
Projeya Tesîsa Paqijkirina Ava Qirêj a Erganî ya ku DÎSKÎ wê bixe jiyanê, bi pergalên nûjen ava qirêj paqij dike û armanc dike ku zirara wê ya li ser jîngehê asteng bike û bandorên neyînî yên li ser ekosîstemê kêm bike.
Bi Projeya Ava Vexwarinê ya Erganî re, wê 252 kîlometre xeta şebekeya ava vexwarinê li navçeyê bê kişandin. DÎSKÎ bi vê gavê wê pirsgirêka ava vexwarinê ya navçeyê çareser bike û ava vexwarinê ya tendurist bigihîne gel.
Herwiha, di çarçoveya “Projeya Kanal û Ava Baranê ya Erganî” de ku DÎSKÎ di rêveberiya avê de projeyeke girîng digire dest, wê 270 kîlometre xeta şebekeya ava qirêj û ava baranê bê avakirin. Bi vê projeyê re hem pêşîlêgirtina zirara ava qirêj li xwezayê û hem jî astengkirina lehî û avjeniyên muhtemel tê armanckirin.
Tesîsa Paqijkirina Ava Qirêj a Farqînê
Di çarçoveya alîkariya 72 mîlyon avroyî de, li Farqînê jî du projeyên cuda wê bên bicihanîn. DÎSKÎ, li navçeya ku nifûsa wê ji 86 hezarî zêdetir e û her diçe mezin dibe, projeyên “Avakirina Tesîsa Paqijkirina Ava Qirêj a Farqînê û Xeta Şebekeya Kanal û Ava Baranê ya Farqînê” wê bimeşîne.
Yek ji projeyên mezin ên DÎSKÎ’yê yên li Farqînê “Projeya Tesîsa Paqijkirina Ava Qirêj a Farqînê” ye. Bi vê xebatê re, ava qirêj a ku ji çavkaniyên malbatî û pîşesaziyê tê, bi pêvajoyên fîzîkî, kîmyewî û biyolojîkî ji madeyên zirardar tê paqijkirin û bi ewlehî bêyî zirarê bide xwezayê tê avêtin. Bi “Projeya Kanal û Ava Baranê ya Farqînê” re jî, wê 117 kîlometre xeta şebekeyê bê kişandin û binesaziya ava baranê bê xurtkirin, da ku li dijî xetereyên lehî û lêmiştan qewîm bibe.
DÎSKÎ, ji ber zêdebûna nifûsê û avakirina qadên nû yên niştecihbûnê ku binesazî têrê nake, ji bo çareserkirina pirsgirêkên li van qadan xebatên xwe didomîne û li Amed û navçeyên wê bi xurtkirina binesaziya av û kanalîzasyonê, qalîteya jiyana gel bilindtir dike.