Şaredariya Bajarê Mezin 51 otobusên nû dikirre

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo ku veguhestina giştî rehet, xweş û ewledar be, ji bo kirîna 51 otobusên nû dest bi kar û barên pêwîst kir. Otobusên ku di sala 2025an de ji şîrketê bên wergirtin, dê ji xizmeta gel re bên pêşkêşkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo berfirehkirina fîloya xwe ya wesayîtan ku 330 e, xebatên xwe didomîne. Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku gel bigihîje îmkaneke veguhestinê ya pêbawer, rehet û bilez, biryara zêdekirina hejmara otobusan da. Dema ku ji bo kirîna 14 otobusan pêvajoyên pêwîst hatin kirin, tê payîn ku otobusên navborî bên radestkirin.

Ji bo 51 otobusên nû sparîş hat dayîn

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bilî 14 otobusan, ji bo kirîna 51 otobusên nû jî dest bi kar û baran kir. 51 otobusên ku hatine sparîşkirin, wê di sala 2025an de ji aliyê şîrketê ve gav bi gav ji Şaredariya Bajarê Mezin re bên radestkirin.

'Otobus dê ji xizmeta gel re bên pêşkêşkirin'

Serokê Daîreya Veguhestinê Temel Cengîz der barê otobusên ku dê nû bên kirîn de agahî da û destnîşan kir ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkên di veguhestina giştî de xebatên xwe didomînin û got, "Ji bo çareserkirina pirsgirêkên di veguhestina giştî de gav tên avêtin. Di qonaxa yekem de 14 otobus hatin kirîn. Pereyên van otobusan hatin dayîn. Otobus dê di demeke herî kin de tevlî fîloya me bibin. Kirîna 51 otobusên din jî hat kirin. Gav bi gav pereyên wan didin û ji xizmeta gelê xwe re pêşkêş dikin. Bi vî awayî pirsgirêkên di veguhestina giştî de dê bên çareserkirin û xizmeteke rehet û gihanbar dê ji welatiyên me re bê pêşkêşkirin."

'Ji bo hatûçûneke rehet xebatên me dê bidomin'

Cengîz destnîşan kir ku ew hewl didin ku pirsgirêkên di warê veguhestinê de yên ku welatî dijîn çareser bikin û diyar kir ku bi tevlîbûna 51 wesayîtan a fîloyê re, ew ê bi giştî bi 65 otobusên nû xizmetê bidomînin. Cengîz weha got, "Di vê çarçoveyê de em ê pirsgirêkên ku welatiyên me di veguhestina giştî de dijîn çareser bikin. Ji bo veguhestineke rehet û gihanbar xebatên me dê bidomin."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31