Hevşaredar Hatun beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li ser sûrên dîrokî bû

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya ku li ser sûrên dîrokî hat lidarxistin bû.  

Bi pêşengiya rêxistinên jinan, pîrozbahiya Newrozê li ser sûrên dîrokî hate kirin. Pîrozbahî li parka li ber Birca Ben û Senê hate lidarxistin û ligel Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, parlementer, hevserokên şaredariyên navçeyan, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî jî beşdar bûn.  

Pîrozbahî bi vêxistina agirê Newrozê dest pê kir, meşaleyên ku li ser sûrên dîrokî hatin vêxistin dîmenên rengîn çêkirin. Bername piştî axaftinên ku hatin kirin, bi govenda ku hatin gerandin bi dawî bû.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31