Tîma Futbolê ya Jinên DBB zincîra serkeftinên xwe didomîne

Tîma Futbolê ya Jinên Şaredariya Mezin a Amedê, Tîma Futbolê ya Jinên Silvanspor bi 7-1 têk bir û di 6emîn pêşbaziya xwe de jî bi serkeftin derket.

Tîma Futbolê ya Jinên Şaredariya Mezin a Amedê ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê de hatiye avakirin, zincîra serkeftinên xwe didomîne. Tîma Futbolê ya Jinên DBByê ku di Koma 29an a Lîga 3yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de pêşbirkê dike, li Tesîsên Sporê yên Şilbeyê rastî Tîma Futbolê ya Jinên Silvanspor hat.

Di pêşbirkê de, Tîma DBByê li hember reqîba xwe lîstikek serdest pêşkêş kir û Tîma Futbolê ya Jinên Silvanspor bi 7-1 têk bir.

Tîma DBByê ku 6emîn pêşbaziya xwe jî qezenc kir, bi 18 xalan pêşengiya komê didomîne.

Tîma Futbolê ya Jinên DBByê dê 19ê Adarê bi Kulûba Yurdumspor a Diyarbekirê re pêşbirkê bike.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31