Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li rêya komê ya di navbera gundê Hêlîn û gundê Tirbespî ya li navçeya Farqînê dest bi xebata qîrkirinê kir.
Serokatiya Daîreya Koordînasyona Binesaziyê û Çêkirina Rêyan, li taxên gundan xebatên çêkirin, lênêrîn û tamîrkirina rêyan didomîne.
Ekîban li rêya komê ya Hêlîn û Tirbespîya ku xizmetê dide 10 taxên navçeya Farqînê dest bi xebata qîra germ a bi dirêjahiya 12 kîlometreyan kir.
Rêya ku dê ji nêzîkî 2 hezar hemwelatiyan re îmkana gihîştina hêsantir peyda bike, di heman demê de dê bi Çemê Batmanê ve jî were girêdan. Ekîp armanc dikin ku beriya Cejna Remezanê xebatên xwe temam bikin û rêyê pêşkêşî xizmeta gel bikin.
Â