Hevşaredar Hatun, beşdarî pîrozbahiya Newroza Erganiyê bû

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Doxan Hatun, beşdarî pîrozbahiya Newrozê bû ku li navçeya Erganiyê hat lidarxistin.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Doxan Hatun, piştî daxuyaniya derbarê parastina Hewza Gola Bendava Dîcleyê ya li navçeya Êgilê, çû navçeya Erganiyê. Hevşaredar Hatun beşdarî pîrozbahiya Newrozê bû ku ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Partiya DEM) ve li qada otogarê ya kevn hatibû lidarxistin.

Hevşaredar Hatun, tevî Hevserokên Şaredariya Erganiyê Bîrsen Azak Bayar û Şiyar Guldîken, hevserokên şaredariyên navçeyan, parlamenter û endamên meclisê beşdarî govenda ku di pîrozbahiyê de hat gerandin bû.

Piştî axaftinan, agirê Newrozê hat pêxistin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31