Şaredariya Mezin a Amedê, berî Cejna Remezanê dest bi paqijkirina goristanan kir.
Serokatiya Beşa Karûbarên Tenduristiyê, di çarçoveya amadekariyên Cejna Remezanê de, ji bo ku hemwelatî bikaribin di hawîrdoreke paqij de serdana li goristanên xwe bikin, dest bi xebatê kir.
Di xebatên ku li Goristana Peyasê ya li navçeya Kayapinarê de hatine destpêkirin de, tîman giyayên bejî yên di nava goristanê de çinîn, rê paqij kirin û zibilên xwe kom kirin. Tîman li goristanê herwiha karên dermankirinê jî kirin û bermayên berhevkirî bi otomobîlan rakirine qada sergoyan.
Hemû goristan wê bên paqijkirin
Tîm, piştî ku xebatên li Goristana Peyasê temam bikin, wê li Goristanên Yenikoy, Şehitlik, Mardinkapi, Çiftehavuzlar, Alipinar û Goristana Siryanî ya Qedîm jî xebatên paqijkirinê bikin.
Â