Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li navçeya Baglarê li Parka Mala Tendûrê ya ku konê fitarê lê hatibû danîn, bi gel re fitirîn.
Şaredariya Bajarê Mezin, li Meydana Derîyê Çîyê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl (Wesayîta Mobîl), Parka Ben û Sen a navçeya Yenîşehîrê û Parka Mala Tendûrê ya navçeya Baglarê konên fitarê vedike û rojê xizmeta 6 hezar û 500 kesan dike. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevserokên Şaredariya Baglarê Leyla Ayaz û Siraç Çelîk, Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) yên Amedê Gulşen Ozer û Abbas Şahîn, li Parka Mala Tendûrê ya navçeya Baglarê bi gel re fitara xwe vekir.
Hevserokan bi gel re fitara xwe xwarin û hêvî kirin ku meha Remezanê bibe wesîleya aştiyê. Hevserokan ku bi eleqeyeke mezin hatin pêşwazîkirin, daxwaz û pêşniyarên welatiyan guhdarî kir.
Di serdana konê fitarê de Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk û endamên meclisê bi Hevserokan re bûn.
Â