Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak, bi Hevseroka Giştî ya Partiya DEMê Tulay Hatîmogullari re serdana piştgiriyê li Şaredariya Mezin a Stenbolê kir.
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Partiya DEM) Tulay Hatîmogullari û Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak û heyeta wan, ji bo binçavkirina Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglu serdana ÎBBê kirin.
Bucak û heyeta wê ji aliyê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel ve hatin pêşwazîkirin.
Piştî hevdîtina ku li avahiya şaredariyê hate kirin, Hevseroka Giştî ya Partiya DEMê Hatîmoglullari û Serokê Giştî yê CHPê Ozel daxuyanî dan. Ozel ji bo serdana piştgiriyê spasiya heyeta Partiya DEMê kir û girîngiya piştgiriyê destnîşan kir.
Hatîmogullari jî diyar kir ku tiştên qewimî nayên qebûlkirin û got: "Em dixwazin ku Birêz Îmamoglu û yên din ên di bin çavan de zûtirîn werin berdan. Em ê ji bo demokrasî û aştiyê piştgiriyê bikin."
Â