Di kontrolan de 278 kg goştê ku demborî hat desteserkirin

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di kontrolên rûtîn ên li navçeyên Kayapinar, Baglar û Sûrê de 278 kg goştê ku dema bikaranînê derbas bûye desteser kir û der barê esnafan de jî cezayên pereyan hae birîn.

Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê, di çarçoveya meha Remezanê de ji bo ku gel bigihîje xwarinên saxlem û ewle, kontrolên xwe didomîne. Ekîbên Yekîneya Xurekê ya Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê di navbera 19-20'ê Adarê de li navçeyên Kayapinar, Baglar û Sûrê kontrolên esnafan kirin û ekîbên Serokatiya Daîreya Zabita jî bi wan re bûn.

Di kontrolên rûtîn de, 275 kg goştê spî û 3 kg goştê sor bi tevahî 280 kg goştê ku dema bikaranînê derbas bûye û tenduristiya gel dixe xeterê, hat desteserkirin. Berhemên xwarinê yên navborî ji aliyê ekîban ve hatin îmhakirin û der barê esnafan de jî cezayên qanûnî hatin birîn.

Ekîb dê di meha Remezanê de jî kontrolên xwe bidomînin ji bo ku gel bigihîje xwarinên ewle û paqij.

 

Image Gallery