Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, tevlî resepsiyona Newrozê bû û got: "Werin em sibê li qadan vê piştgirî, hevgirtin û banga aştiyê mezintir bikin."
Bi pêşengiya Platforma Parastina Bajêr û Piştgiriyê ya Amedê li navçeya Sûrê di Koşka Cemîlpaşa de resepsiyona Newrozê hat lidarxistin. Di resepsiyonê de, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan, parlamenterên DEM Partî û CHP, hevşaredarên şaredariyan û heyetên ku ji derveyî welat hatine û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn.
Hevşaredar Bucak: Hebûna dostên ku piştgiriya me dikin li vir gelek girîng e
Piştî xwendina deklarasyona Newrozê, Hevşaredar Bucak, bi sê zimanan Kurdî, Îngilîzî û Almanî beşdaran silav kir û dest bi axaftina xwe kir. Hevşaredar Bucak anî ziman ku Amed yek ji wan bajarên nimûne ye ku hemû nasname û aîdiyet dikarin di nav aştiyê de bijîn û got: "Heta îro hem ji ber vê girîngiya xwe ya dîrokî hem jî ji ber berxwedan û têkoşîna xwe ya siyasî, bûye yek ji girîngtirîn bajarên herêm û welatê me. Îro dîtina hemû dostên me yên hêja ku mêvanên me ne, ku di qada Newroza ku em ê sibê pîroz bikin de me bi tenê nahêlin, ku li cem têkoşîna serbilind a gelê kurd a ji bo aştî, wekhevî, dad, azadî û nasnameyê ye ku sed sal e didome, ku her tim piştgiriya gelê kurd dikin û vê piştgiriyê mezin dikin, gelek girîng e."
'Pêşxistin û mezinkirina vê bangê girîng e'
Hevşaredar Bucak diyar kir ku gelên Tirkiyeyê demeke dirêj e ku hesreta jiyaneke azad û dadmend dikişînin û zextên giran ên ku ji qedandina pêvajoya çareseriyê vir ve di deh salên dawî de hatine jiyîn anî bîra wan. Hevşaredar Bucak wiha axivî: "Helbet di vê pêvajoya borî de ji bo ku têkoşîn bikaribe bibe aştî, di 27'ê Sibatê de li vî welatî bangeke pir girîng hat kirin. Banga civaka demokratîk û aştiyê hat kirin. Gelên Tirkiyeyê, her kesê ku li vî welatî aştî û azadî dixwaze, her kesê ku dixwaze bi azadî nasnameya xwe bijî; hemû kesên ku dixwazin bibin 'yên din', li vê bangê xwedî derketin. Em niha di demeke pir girîng re derbas dibin. Mezinkirin û pêşxistina vê bangê pir girîng e."
'Divê ji sepandina qeyûman demildest bê vekêşan'
Hevşaredar Bucak anî ziman ku di 8 salên dawî de li gelek bajaran bi serketina Amedê ve siyaseta qeyûman hatiye sepandin û wiha axaftina xwe domand: "Piştî ku rejîma qeyûm du caran hat tayînkirin, em ê bi wê baweriyê ku êdî desthilat ji vê dersan derdixe, di hilbijartinên 2024'an de bi coş û rêjeyên dengan ên mezin cardin şaredariyên xwe girtin. Lê mixabin piştî mehan li 10 şaredariyên me qeyûm hatin tayînkirin û mixabin em bi keser dibêjin ku di operasyona ku duh li Stenbolê pêk hat de, wesayet û zext li ser rêveberiyên herêmî berdewam dike. Îro em li Stenbolê bûn, seroka şaredariya bajarê mezin a bajarê ku 16 milyon nifûsa wê heye û bi lihevkirina bajêr, serokên şaredariyên navçeyan, endamên meclîsê yên hilbijartî, rojnamevan di binçavê de ne. Ev rewş nayê qebûlkirin. Divê ji sepandina qeyûman û darbeyên li ser siyaseta herêmî, operasyon û wesayeta ku bi destê dadgeriyê tê meşandin demildest bê vekişîn."
'Em bi hev re hevgirtin û piştgiriyê mezin bikin'
Hevşaredar Bucak banga pîrozbahiya Newrozê ya ku dê sibê pêk were kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Newroz ji bo me berxwedan e, têkoşîn e, aştî ye, azadî ye, nasnameya gelê kurd e, cejna biharê, aştî û piştgiriya gelên Rojhilata Navîn e. Werin em sibê li qadan vê piştgirî, hevgirtin û banga aştiyê mezintir bikin. Ji ber ku ev welat hewcedarê wê ye ku bêyî pevçûn, zext û girtîgeh di nav aramiyê de bijî. Bila şer bisekin, dayikên me negirîn, ciwanên me neçar nemînin ku ji bajarên me, ji welatê me koç bikin. Ji bo van hemûyan, em dixwazin sibê li qadan li vê banga mezin xwedî derkevin."
Piştî axaftinan, peyama ku Serokê Giştî yê CHP Ozgur Ozel ji bo Newroza Amedê şandibû hat xwendin.
Paşê bi pêşengiya Dayikên Aştiyê agirê Newrozê hat pêxistin.
Resepsiyon bi stranên ku hunermend Rûken Yilmaz got bi dawî bû.
Â