Hevşaredarên Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, bi heyetên ku ji bo pîrozbahiya Newrozê ji derveyî welatî hatine û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re bernameyek şîvxwarinê li dar xist .
Şaredariya Mezin a Amedê, ji bo heyetên ku ji derveyî welat beşdarî pîrozbahiyên Newrozê yên li Taxa Baxcilara Navçeya Baxlarê bûne û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bernameyek şîvxwarinê li dar xist. Di xwarina Newrozê de ku li otêlek li navçeya Sûrê hat dayîn, Hevşaredarên Şaredariya Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çigdem Kiliçgun Uçar û heyetên ji derveyî welêt amade bûn.
Hevşaredaran bi mêvanan re sohbet kir û spasî mêvanan kir ku beşdarî bernameya xwarinê bûne.
Â