Otobusên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî navbereke 8 salan di 21'ê Adarê de bi nivîsa "Newroz pîroz be" derketin rêwîtiyê.
Serokatiya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin, piştî serdema 8 salên qeyûman, sepandina di wesaîtên veguhastina giştî de ji nû ve dest pê kir. Piştî xebatan, otobusên ku aîdî Şaredariya Bajarê Mezin in, ji ber Cejna Newrozê ya 21'ê Adarê, îro bi nivîsa "Newroz pîroz be" dest bi rêwîtiya xwe kirin.
Â