Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, tevlî hevpeyvîn û roja îmzeyê ya pirtûka rojnamevan û nivîskar Îrfan Aktan a bi navê "Li Japonyayê Kurdbûn" bû.
Di çarçoveya Hevpeyvînên Akademiya Amîda de, li Weqfa Nasandin, Çand û Hevkariyê ya Amedê (DÎTAV) ji bo pirtûka rojnamevan û nivîskar Îrfan Aktan a bi navê "Li Japonyayê Kurdbûn" hevpeyvîn û roja îmzeyê hate lidarxistin. Hevpeyvîn ji aliyê nivîskar Şêxmûs Dîken ve hat birêvebirin. Ji bilî Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, Parlamentera Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Sevîlay Çelenk û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.
Nivîskar Aktan, di hevpeyvînê de behsa pêvajoya nivîsandina pirtûkê û serpêhatiyên xwe yên li Japonyayê kir.
Â