Bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û 20 saziyên hunermendan, Foruma Hevdîtina Biharê hate lidarxistin.
Bi hevkariya Serokatiya Daîreya Karûbarên Çand û Civakî û 20 saziyên hunermendan, Foruma Hevdîtina Biharê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hate lidarxistin. Di forumê de ku bi beşdariya hunermendan pêk hat, xurtkirina derdorên hunerî yên serbixwe, hevkariyên kolektîf, têkiliyên domdar ên bi rêveberiyên herêmî re û pêşxistina polîtîkayên çandî yên hevbeş hatin gotûbêjkirin.
'Em girîngiyê didin xwecihîbûna polîtîkayên çandî'
Seroka Daîreya Karûbarên Çand û Civakî Zeynep Yaş, di forumê de axivî û bal kişand ser girîngiya forumê û wiha got: "Mazûvaniya hunermendan li vir cihê kêfxweşiyê ye. Hevdîtinên hunerî girîng in, ji ber ku me pêvajoyek borand. Em piştî pêvajoya dezenformasyonê ne û di dawiyê de me karî bi awayekî rast dest bi çalakiyên çand û hunerê bikin. Ev hevdîtin ji ber van aliyan girîng e: Me kedek da û em şahidên vê ne. Niha em meraq dikin ka em çawa dikarin vê yekê xurt bikin û bigihînin pêşerojê. Amadekirina bajarê me ji bo çandê erkê me yê sereke ye. Em girîngiyê didin xwecihîbûna polîtîkayên çandî û di nav armancên me de heye ku em hunerê bi gel re bînin cem hev. Em girîngiyê didin foruman, ji ber ku em dixwazin gel bi ya xwe nêzîk bibe. Em dixwazin di vî warî de roleke piranê bilîzin, ji foruman ramanan werbigirin û mijarên ku me nekariye kûr bikin hîn kûrtir bikin."
Kolektîfên hunerî yên ku tevlî forumê bûn
Di nav kolektîfên hunerî yên ku tevlî çalakiyê bûn de Yıkıntılar Arasında, Bayetav, Gri Alan, No 238, Karşı Sanat, Redfotoğraf, Meyman, Yer Mekan, D 5 Sanat Ortamı, Kültürhane, Nar Sanat, Hayal Band, Sarı Denizaltı, Sonra Sanat Kolektifi, Exit Kolektif, Bağımsızlar, Mordem Sanat, Wêjegeh Amed, Hangart û Merkezkaç hebûn.
Â