Li gundê Qeremûsa yê girêdayî navçeya Çinarê ya Amedê, kerê ku ketibû coya avdanê û asê mabû, ji aliyê tîmên Şaxdariya Agirkujîyê ve hat rizgarkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ker çar rojan di coya avdanê de asê mabû. Lê belê, rewş îro ji berpirsiyaran re hat ragihandin. Tîmên agirkujiyê yên ku agahî wergirtin, saet 12:25an de ber bi cihê bûyerê ve ketin nav livînê û di saet 12:35an de gihîştin herêmê. Tîmeke lêgerîn û rizgarkirinê ya sê kesî, bi midaxeleyeke bilez ker ji cihê ku lê bû derxist.
Tê gotin ku rewşa tenduristiya kerê rizgarkirî baş e, hemwelatî jî spasiya tîma agirkujiyê kir.
Â