Tîma Futbolê ya Jinan Play-Off misoger kir

Tîma Futbolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi berdewamkirina rêza serkeftinên xwe, 4 hefte berî bidawîbûna lîgê Play-Off misoger kir.

Tîma Futbolê ya Jinan a Diyarbakir Buyukşehîr Belediyespor, ku di Lîga 3an a Jinan de pêşbaziyê dike, li mala xwe Batman Mezopotamyaspor bi encama 5-0 têk bir û rêza serkeftinên xwe berdewam kir.

Nûnera Amedê ku 8emîn maça xwe ya lîgê jî qezenc kir, puanên xwe derxist 24an û serokatiya xwe ya bê têkçûn berdewam kir.

Tîma futbolê ya mêran têk çû

Tîma Futbolê ya Mêran a Diyarbakir Buyıkşehîr Belediyespor ku di Lîga Super Amator a Amedê de pêşbaziyê dike, hefteyê bê puan girêda.

Tîma Futbolê ya Mêran dema ku li hember Diyar Înterspor 1-0 têk çû, dê bi 42 puanan di rêza 4emîn de li lîgê pêşbaziyên xwe berdewam bike.

 

Image Gallery