Bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û 20 sazî û hunermendên din, Pêşangeha Jivana Biharê hat vekirin.
Vekirina Pêşangeha Jivana Biharê, ku bi hevkariya Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî û 20 sazî û hunermendên din hat amadekirin, li avahiya Kolektîfa Hunerê Merkezkaç hat lidarxistin. Di vekirinê de Alîkarên Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zerîn Turk û Ozgur Yildiz, Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî Zeynep Yaş û nûnerên kolektîfên hunerê beşdar bûn.
Di pêşangehê de, ku bi beşdariya 20 inîsiyatîfên hunerê ji gelek bajarên Tirkiyeyê ve hatiye vekirin, berhemên hunerê yên ku ji aliyê hunermendên xwe ve hatine hilbijartin, wêneyên ji berhemên wan, peyker, û cûrbecûr vîdeo û enstalasyonên dengî cih digirin. Pêşangeh, armanc dike ku girêdanên di navbera inîsiyatîfên serbixwe yên hunerê de bihêz bike, têkiliyên piştgiriyê mezin bike û bi taybetî têkiliyê bi dewlemendiyên çandî yên Amedê re deyne.
Pêşangeha Jivana Biharê, ku tê de çîrokên cuda cih digirin, heta 10'ê Nîsanê dê mêvanên xwe qebûl bike.
Â