Li Amedê ji bo Cejna Remezanê paqijkirina îbadetxaneyan dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li îbadetxaneyan dest bi xebata paqijiyê kir da ku welatî beriya Cejna Remezanê di şert û mercên paqijiyê de îbadeta xwe bikin.

Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê di çarçoveya hemleya paqijiyê ya ku di 5'ê Hezîranê Roja Jîngehê ya Cîhanê de bi şîara "Ez ji Amedê hez dikim, qirêj nakim" dabû destpêkirin de, beriya Cejna Remezanê li îbadetxaneyan xebatên paqijiyê dimeşîne.

Li 68 îbadetxaneyan dê xebat bên kirin 

Tîmek ji Midûriyeta Parastin û Kontrola Jîngehê ya ji 10 kesan pêk tê dê li seranserê bajêr li 68 mizgeft, dêr û cemxaneyan xebatên şuştin û dezenfektekirinê bimeşînin. Ekîb dê di saetên betlaneyê de xebatên xwe bimeşîne.

Ekîbên paqijiyê şevê din, di saet 12.00an de li Mizgefta Qurşinî ya ku li navçeya Sûrê ya dîrokî ye dest bi xebatên xwe kirin.

‘Welatî dê di hawîrdoreke paqij de îbadetê bikin’ 

Midûrê Şaxa Bermahiyên Hişk ya Daîreya Parastin û Kontrola Hawirdorê Mehmet Baran, der barê xebatê de agahî da û diyar kir ku wek Şaredariya Bajarê Mezin ji ber Cejna Remezanê dest bi kampanyaya paqijî û şûştinê kirine da ku welatî di derdoreke paqijtir de îbadetê xwe bikin.

Beriya xebatên paqijiyê xebatên fîzîbîlîte hat kirin 

Baran diyar kir ku ekîbên şaredariyê ewil ji bo paqijkirina gelek îbadetxaneyan li seranserê bajêr lêkolîna fîzîbîlîteyê kirin û diyar kir ku îbadetxaneyên ku hewcedariya wan bi paqijiyê heye bi lêkolîna fîzîbilîteyê hatin tesbîtkirin û li gor vê jî bernameyên xwe çêkirin.

Baran destnîşan kir ku wan li navçeya Sûrê ya ku cihên dîrokî û turîstîk lê hene dest bi xebatê kirine û got, "Bi boneya Cejna Remezanê em ê li hemû demarên sereke yên ku li Sûrê xwedî potansiyeleke girîng in, bi taybetî cadeyên Gazî, Melîkahmet û Turistik hem xebatên paqijkirin û hem jî şûştinê bikin."

Baran, diyar kir ku bi ekîbeke şuştinê ya ji 10 kesan pêk tê xebatan dimeşînin û wiha got: "Em ji bo paqijiyê hemû hewş, tuwalet û kaniyên mizgeftan bi madeyên dezenfektekirinê û sabûnê dişon."

'Paqijkirina bajêr bi hevkariyê dikare bê kirin' 

Baran bi bîr xist ku kampanyaya "Ez ji Amedê hez dikim, qirêj nakim" dewam dike, Baran ji welatiyan xwest ku di parastina çopê û konteyniran de bi hestiyar bin û zirarê nebînin. Baran diyar kir ku di bin banê şaredariya mezin de paqijiya bajêr bi hev re dikare bê kirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30