Hevşaredar Bucak, Şeva Qedrê li hemwelatîyan pîroz kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, serdana konê fitarê yê Ben û Senê kir û Şeva Qedrê li hemwelatîyan pîroz kir.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak û Hevşaredarê Yenîşehîrê Mehmet Ergûn, serdana konê fitarê yê li Taxa Ben û Senê ya navçeya Yenîşehîrê kir.

Hevşaredar Bucak, bi hemwelatîyên ku fitara xwe vekirin re hat bal hev û Şeva Qedrê li wan bimbarek kir.

Di serdanê de Seroka Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel Bêrîvan Guneş û endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin û Yenîşehîrê bi Hevşaredar Bucak re bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30