Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, çû serdana xebatkarên Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ku beriya Cejna Remezanê ji bo serlêdanên piştevaniya civakî mesaiyeke giran dikin.
Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, beriya Cejna Remezanê di çarçoveya serlêdanên piştevaniya civakî de serdana xebatkarên Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî yên ku mesaiyek giran dikin kir.
Hevşaredar Bucak, bi karmendên ku di pêvajoya amadekirina alîkariyên 3 hezar TL yên ku her 3 mehan carekê ji 3 hezar kesên ku bi rêya pergala serlêdana serhêl serlêdana piştevaniya civakî kirine re hatin bal hev, ji bo keda wan spasiya xebatkaran kir û di xebatên wan de serkeftin xwest.
Tê plankirin ku kartên piştevaniya civakî yên ku di qonaxa yekem de ji bo 3 hezar kesên ku pêşî lê hat dayîn hatine amadekirin, di nava salê de ji bo 10 hezar kesan bên amadekirin.
Di ziyaretê de Seroka Daîreya Xizmetên Civakî Serap Yildirim û endamên meclîsê bi Hevşaredar Bucak re bûn.
Â