Balyozê Hollandayê serdana Hevşaredaran kir

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Balyozê Hollandayê yê Enqereyê Joep Wijnands pêşwazî kir.

Balyozê Keyaniya Hollandayê yê Enqereyê Joep Wijnands û Sekretera Duyemîn a Karûbarên Siyasî Céline Abeln, serdana Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun kir.

Piştî pêşwaziyê, Hevşaredaran bi Wijnands re hevdîtinek pêk anîn.

Di hevdîtinê de, derfetên hevkariyê yên di warên wekî xurtkirina têkiliyên dostane yên di navbera Tirkiye û Hollandayê de di asta herêmî de û demokratîkbûn, pêşveçûn û aştiya civakî hatin nîqaşkirin. Di hevdîtinê de ku pêşveçûnên derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de jî hatin nîqaşkirin, Hevşaredaran girîngiya her cure diyalogê ya ku dê tevkariyê li aştiya civakî bike, destnîşan kirin. Di hevdîtinê de hat destnîşankirin ku hevgirtina navneteweyî ya li ser nirxên demokratîk dê tevkariyê li xurtkirina rêveberiyên herêmî bike.

Di serdanê de, Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk, Serokê Daîreya Lêkolîn û Projeyan Mûrat Akbaş û endama meclîsê Gulay Kiliç, Hevşaredaran re amade bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30