Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun beşdarî bernameya fitarê ya Weşanên Nûbiharê bûn.
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî xwarina fitarê ya ku Weşanên Nûbiharê li saloneke dawetê ya li bajêr organîze kiribû, bûn.
"Em amade ne ku di warê ziman de her cûre barî hilgirin"
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun di bernameya fitarê de axivî û spasiya kesên ku bernameya fitarê organîze kiriye kir û got, "Hûn dizanin, Nûbihar derbarê dîn û rastiyan de gelek xebatên wan hene. Her wiha Nûbihar di warê ziman de jî gelek xebatên wan hene. Em di serdemeke girîng re derbas dibin. Civîna Kurdan civateke gelek xweş e. Em wekî şaredarî amade ne ku di warê ziman de her cure barî hilgirin ser milên xwe. Tişta ku me tîne cem hev ziman e."
Hevşaredar Dogan axaftina xwe bi pîrozkirina Cejna Remezanê ya beşdarên bernameya fitarê bi dawî kir.
Serokên daîreyan û endamên meclîsê di bernameya fitarê de bi hevserokan re bûn.
Â