Li Amedê di meha Remezanê de fitar ji 195 hezar kesan re hat dayîn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya têgihîştina şaredariya civakî de, di meha Remezanê de li 4 nuqteyên cuda yên bajêr konên fitarê vedan û 195 hezar welatiyan di bin de xwarina fitarê xwarin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, di meha Remezanê de di çarçoveya têgihîştina şaredariya civakî de li Meydana Deriyê Çiyê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargil (Wesayîta Mobîl), Parka Ben û Sen a navçeya Yenîşehîrê û Parka Mala Tendûrê ya li nêzîkî Bazara Penîrê ya navçeya Baglarê konên fitarê vedan û her roj bi hezaran kesan fitar xwarin.

Di mehê Remezanê de hem pêdiviya welatiyên ku derfeta fitarê nedîtin û hem jî yên ku di dema fitarê de li ser rê man, ji konan 195 hezar welatî sûd wergirtin. Di konên fitarê yên ku li cihên qelebalix hatin vedan de her roj 4 cure xwarinên germ ji welatiyan re hatin dayîn. Xwarinên ku di bin çavdêriya Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê de hatin çêkirin, bi awayekî hîjyenîk gihandin gel.

Ji bo di dema belavkirina xwarinan de ti pirsgirêk dernekevin, Serokatiya Daîreya Zabita jî di konan de tedbîrên ewlehiyê girtin û di meha Remezanê de welatiyan bê pirsgirêk ji vê xizmetê sûd wergirtin.

HevÅŸaredaran serdana konan kirin

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, ku di meha Remezanê de welatî tenê nehiştin, di konên fitarê de xwarin belav kirin û bi gel re fitar xwarin û car bi car serdana konan kirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30