Ji bo kesên otîst ronahiya sor dê were vêxistin

Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê, di çarçoveya 2’ê Nîsanê Roja Hişyariya Otîzmê ya Cîhanê de, bi dirûşma “Ji bo Otîzmê Sor Hilbijêrin” çalakiyek ji bo hişyariyê li dar dixe.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Pîran, di çarçoveya 2’ê Nîsanê Roja Hişyariya Otîzmê ya Cîhanê de ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve ji bo hişyariyê hatiye îlankirin, dê çalakiyekê li dar bixe.

Di çalakiyê de ku bi dirûşma “Ji bo Otîzmê Sor Hilbijêrin” tê lidarxistin, dê hemû avahî bi roniyên sor bên ronîkirin.

Roniya sor heta sibê wê vemirîne

Di çalakiyê de ku 5 rojan heta şeva 2’ê Nîsanê ji bo hişyariyê li ser kesên otîst û ji bo têgihîştina baştir a hewcedariyên kesên otîst tê lidarxistin, roniyên sor, di avahiyên Navenda Jiyana Hevbeş a Sumerparkê, Molaevî ya Şehîtlîkê, Molaevî ya Kayapinarê û Navenda Jiyana Aktîf a Parkormana ku girêdayî Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Pîran in, bi ketina tariya êvarê heta ronîbûna sibê dê venemirin.

Armanc ew e ku hişyariyê çêbike

Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Pîran, armanc dike ku bi çalakiyên wiha alîkariya kesên otîst bike ku di civakê de zêdetir cih bigirin û hişyariyê çêbike.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30