Şaredariya Amedê dê 'Çalakiyên Zarokan' li dar bixe

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di betlaneya cejnê de dê bernameyeke belaş a 'Çalakiyên Zarokan' a 4 rojan li dar bixe.

Serokatiya Daîreya Karên Çand û Civakî, ji bo ku zarok di betlaneya cejnê de demeke xweş derbas bikin, dê bernameya 'Çalakiyên Zarokan' ku ji pêşandanên şano û sînemayê pêk tê, li dar bixe.

Bernameya çalakiyê ku dê roja çarşemê 2'ê Nîsanê li Navenda Çand û Kongreyan ya Çand Amedê dest pê bike, wiha ye:

Keçelok (Şano): Çarşem, 2'ê Nîsanê saet 14.00

Gergerok (Fîlmê karton): Pêncşem, 3'ê Nîsanê saet 14.00

Keçelok (Şano): În, 4'ê Nîsanê saet 14.00

Niko Li Derveyî Roniyên Bakur (Sînema): În, 5'ê Nîsanê saet 14.00

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30