HevÅŸaredar Bucak serdana malbatan kir

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, ji ber Cejna Remezanê çû serdana malbatan.

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, di çarçoveya bernameya pîrozbahiyê ya ku ji aliyê Rêxistina Navçeya Peyasê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) ve hat lidarxistin de, serdana malbatan pêk anî.

Hevşaredar Bucak ku ji aliyê endamên malbatê ve hat pêşwazîkirin, cejna malbatan pîroz kir. Bucak, daxwaza xwe ya ku cejn di nav aştî û aramiyê de derbas bibe diyar kir.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30