Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî merasîma pîrozkirina cejna Remezanê de bûn û cejna gel pîroz kir.
Hevşaredar Bucak û Hatun, di merasîma pîrozkirina cejna ku ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Partiya DEM) ve li Meydana Deriyê Çiyê hat lidarxistin de bi gel re hatin ba hev.
Hevserokên şaredariyê cejna Remezanê ya hemwelatiyên xwe pîroz kir û hêvî kirin ku cejn bibe wesîleya aştî û aramiyê.
Hevşaredar Bucak ku di merasîma pîrozkirina cejna Remezanê de axivî, beşdaran silav kir û cejna wan pîroz kir.
Hevşaredar Bucak, bal kişand ser girîngiya demên dawî li Tirkiyeyê û got: "Dema ku li pêşiya me ye, hem ji bo partiya me ya siyasî, hem jî ji bo rêxistinên bajêr û navçeyên partiya me, hem jî ji bo rêveberiyên me yên herêmî û hemû dezgehên me, wê demeke pir girîng be. Piştî bangawaziya 27'ê Sibatê, ji bo avakirina civakeke demokratîk, wekhev û azad, ji bo ku hemû bi hev re aştiya xwe ava bikin, wê demek be ku hemû dezgehên me, partiyên siyasî û hemû pêkhateyên me wê bi hev re xurt bikin."
Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku ew ê vê pêvajoyê ji Amedê heta Stenbolê, Enqereyê, Wanê, Mêrdînê û hemû herêmên Tirkiyeyê bi hev re mezin bikin û wiha axivî:
"Ev xebata me hemûyan e, xebata gelê Amedê, gelê Tirk û hemû civakan e ku pergaleke demokratîk, wekhev û dadmend li Tirkiyeyê dixwazin. Bila hevgirtina me her tim berdewam be. Bila her roja me wek cejnan be. Bila her roja me di nav hevgirtinê de be. Bila yekîtiya Kurdan her berdewam be. Bila yekîtiya gelê Kurd bingehîn be û ev yekîtî, ev maf û ev wate ji bo civaka Kurd, civaka Tirkiyeyê, gelên Tirkiyeyê û siyaseta Tirkiyeyê bibe mînak. Û em wekî rêveberiyên herêmî, ji bo avakirina vê aştiyê û têgihiştina demokratîk bi fehmeke rêveberiya herêmî ya xurt bi we re li vir in. Ez bi rêz, hurmet û evîn silavan li we hemûyan dikim. Bila cejna we pîroz be."
Di bernameya pîrozkirinê de Hevserokên DEM’a Amedê Gulşen Ozer û Abbas Şahin, parlamenterên Partiya DEM, Hevserokên Parêzgeha Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sultan Yaray û Mehmet Şirin Gurbuz, hevserokên şaredariyên navçeyan, endamên meclisê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn.
Â