Hevşaredar Serra Bucak beşdarî bernameya Roja Parêzeran bû

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, beşdarî bernameya '5ê Avrêlê Roja Parêzeran' bû û roja parêzeran pîroz kir.

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî bernameya 5ê Avrêlê Roja Parêzeran a ku ji aliyê Baroya Amedê ve hat lidarxistin bû.

Serokê Baroya Amedê Abdulkadir Guleç di vekirina bernameyê de axivî û roja parêzeran a hemû parêzeran pîroz kir û bal kişand ser wekhevî, edalet û serweriya qanûnê. Guleç, Serokê Baroya Amedê yê wê demê Tahir Elçi bi bîr anî, ku di 28ê Mijdara 2015an de di encama êrîşekê de hat kuştin.

Ji bilî Hevserok Bucak, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk, endamên meclîsê, nûnerên rêxistinên sivîl û parêzer beşdarî çalakiyê bûn ku li otêlekê hat lidarxistin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30