Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li taxa Bîrvîrana bi ser navçeya Çêrmûgê, karên tamîrkirina hewza avê ku piştî erdheja 6'ê Sibatê bi temamî xera bûbû û ava vexwarinê ya 60 hezar ajalan dabîn dikir, dest pê kir.
Rêveberiya Beşa Xizmetên Gundan, ji bo pêşxistina çandinî û sewalkariyê û çareserkirina pirsgirêkên di warê çandiniyê de xebatên xwe didomîne. Ekîbên girêdayî Rêveberiyê, ji bo bikaranîna avê bi berhem li seranserê bajêr proje amade dikin.
Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Beşa Xizmetên Gundan ku proje pêş dixe, li taxa Bîrvîranê ya ku di navbera navçeya Çêrmûgê û navçeya Sêwregê ya Rihayê de ye, dest bi karên tamîrkirina bêrma avê ku ava vexwarinê ya 60 hezar ajalan dabîn dikir, kir.
Ekîb, li ser araziya zehmet a li çiyayê volkanî yê Qerejdaxê, ji bo ku hewza avê ya ku piştî erdheja 6'ê Sibatê bi temamî xera bûye ji nû ve were ber xizmetê, bi awayekî germ û gur dixebitin.
205 hewzên avê xizmet didin
Endazyarê Çandiniyê Tahir Alan ê ku li Rêveberiya Beşa Xizmetên Gundan kar dike, got ku Şaredariya Bajarê Mezin ji bo piştgiriya çandinî û sewalkariyê 205 hewzên avê yên ku ji bo ava vexwarinê ya ajalan û ji bo armancên çandiniyê ne, xistine ber xizmeta hemwelatiyan.
50 hezar donim erdê mêrgehan
Alan balê kişand ser wê yekê ku li herêma Qerejdaxê bi awayekî zêde sewalkarî tê kirin û got ku li herêmê 50 hezar donim erdê mêrgehan heye. Alan diyar kir ku li herêma behskirî 40 hezar ajal hene û wiha axivî: "Li gorî agahiyên ku me ji muxtêr girtine, hejmara ajalên biçûk bi karikên wan re digihîje 60 hezarî. Ji bo dabînkirina ava ajalan, serîlêdanên gundiyan hebûn. Me jî di çarçoveya derfetên xwe de, ji bo dabînkirina pêdiviya ava vexwarinê ya ajalan, fikirî ku li vê dola minasib hewzeke avê çêbikin."
'Dê bibe alîkar ji bo pêşketina sewalkariyê'
Alan anî ziman ku piştî erdhejên 6'ê Sibatê hewza avê bi temamî nekarî were bikaranîn û got ku piştî xebatên lêkolînê dest bi karên tamîrkirinê yên fîzîkî kirin. Alan destnîşan kir ku di rewşên normal de di demên biharê de îhtîmala çêkirina hewza avê zehmet e, lê ji bo ku di havînê de di demên zuhabûnê de ajalên wan bê av nemînin, zû dest bi karên tamîrkirinê kirin û wiha axivî: "Ji ber ku ava vexwarinê tune ye, 30 hezar ajalên wan dibin zozanên li aliyê Mûş û Erziromê. Eger em pêdiviya ava vexwarinê dabîn bikin, ev kes bi piranî naçin. Çêkirina hewza avê dê pir bibe alîkar ji bo pêşketina sewalkariyê. Di heman demê de dê li gundewaran jî kar çêbike."
Kapasîteya hewza avê hat zêdekirin
Alan destnîşan kir ku di qonaxa ji nû ve çêkirina hewza avê de kapasîte hatiye zêdekirin û got ku hewza avê dê ji bo avdana çandiniyê jî were bikaranîn.
Xebat li ser araziya zehmet
Alan bal kişand ser wê yekê ku ji bo dîtina axê ya minasib li ser araziya zehmet dixebitin û wiha berdewam kir: "Heta ku em bingeheke baş bibînin, em bingeheke kûr dikolin. Mezintirîn dezavantaja Qerejdaxê ev e ku li vir ax tune ye, piştî teqîna volkanîk tevahî der bi keviran dagirtî ye. Em çalên çavdêriyê vedikin. Gelo em dikarin ji ku derê axê bigirin û mesafeya axê çiqas e, em tehlîlên aborî jî dikin. Pêkhateya axê ya vir 'tîn' e, ji ber ku li jêr tebeqeyên ku av derbas dibin hene, av derbasî rûyê jêrîn nabe. Me ew kolan, wê tebeqeya tînî ji holê rakir. Me ji wir avê derxist heta rûyê jêrîn. Niha em berdidin çemî. Em ê ji wan kaniyên ajalên ku dê pêdiviya ava vexwarinê dabîn bikin, hewz û avdankên ajalên avê çêbikin."
Â