Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo paqijkirina 305 kîlometreyên rêyan ku ji ber hetmê û lêmiştê zirar dîtine, li 8 gundên navçeya Pasûrê xebatan dimeşîne.
Rêveberiya Beşa Lênêrîna Rêyan û Hevahengiya Binesaziyê, ji bo ku hemwelatî di rewşên zehmet ên hewayê de pirsgirêkên gihandinê nejîn, li navendên bajêr û rêyên gundan bi hevkariya şaredariyên navçeyan xebatên xwe didomîne. Ekîb, ji bo ewlekariya veguhastina hemwelatiyan 24 saetan dixebitin.
Xebat li rêyên 8 gundan didomin
Di çarçoveya xebata hevpar a rêyan de ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi Şaredariya Pasûrê re didomîne, li gundê Eskarê 35 km, li gundê Nedaranê 30 km, li gundê Bêrokê 40 km, li gundê Akçesîrê 60 km, li gundê Êniganê 40 km, li gundê Tûtanê 30 km, li gundê Memedikanê 50 km û li gundê Zaranê 20 km, bi tevahî li 8 gundan xebatên rastkirin û paqijkirina hetme û lêmiştê ya 305 km rêyan didome.