Hevşaredar Hatun beşdarî vekirina Pêşangeha Dogaltaş û Teknolojiyê bû

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, beşdarî vekirina Pêşangeha Marble Îzmîr-Navneteweyî ya Kevirê Xwezayî û Teknolojiyê bû.

Pêşangeha Marble Îzmîr-Navneteweyî ya Dogaltaş û Teknolojiyê, deriyên xwe cara 30emîn vekir. Li pêşangehê ku di navbera 9-12'ê Nîsana 2025an de li Pêşangeha Îzmîrê ji aliyê ÎZFAŞê ve bi mêvandariya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê tê organîzekirin, li qada vekirî û girtî ya ku ji 150 hezar metreçargoşeyî zêdetir e, ji hezarî zêdetir beşdar cih girtin. Pêşangeh ku bi hezaran kevirên xwezayî û makîneyên kevirê taybet lê tên pêşandan, dê 4 rojan mêvanan qebûl bike. 

Ji bilî Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Cemil Tugay, Alîkarê Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Abdullah Tancan, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Denîzliyê Bulent Nuri Çavuşoglu, Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgin Tanrikulu, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên sektorê jî beşdarî vekirina pêşangehê bûn.

Piştî axaftinên ku hatin kirin, qordeleya vekirina pêşangehê hat birîn. Hevşaredar Dogan Hatun û kesên pê re, paşê stendên pêşangehê geriyan û bi nûnerên sektorê re sohbet kirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30