Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, hejmara rêwîtiyên otobusên ku di navbera navçeyên Karazê û Hezroyê û navenda bajêr de xizmeta veguhastina giştî pêşkêşî gel dikin zêde kir.
Serokatiya Daîreya Veguhastinê, ji bo ku hemwelatî ji derfeta veguhastina zûtir sûd werbigirin û mexdûr nebin, hejmara rêwîtiyên xetên otobusan ku di navbera Amed û Karazê û Hezroyê de dixebitin zêde kir. Di çarçoveya rêkxistinê de, hejmara rêwîtiyên otobusan ku berê 2 bû, derket 3'yan.
Saetên nû yên rêwîtiyên li ser rêgehê bi vî awayî ne:
KARAZ
•KARAZ → AMED: 06:30, 11:00, 15:30
•AMED → KARAZ: 08:30, 13:00, 17:15
HEZRO
•HEZRO → AMED: 06:30, 10:30, 15:30
•AMED → HEZRO: 08:30, 12:30, 17:15
Â