Ciwanan pirsî, Hevşaredar Bucak bersiv da

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di "Hevdîtina Ciwanan" de bi ciwanan re hat ba hev û bersivên pirsên derbarê rewşa fîzîkî ya bajêr, pirsgirêkên xebatê yên ciwanan û çalakiyên ku di warê çand û hunerê de tên pêk anîn, da.

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, di "Hevdîtina Ciwanan" de ku li Navenda Çand û Kongreyan a Çand Amedê hat lidarxistin, bi ciwanan re hat ba hev. Hevşaredar Bucak ku bi moderatoriya Îbrahîm Şik bersivên pirsên ciwanan da, bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de di gel gelek ciwanan, serokên daîreyan û endamên meclisê jî beşdar bûn.

Di hevdîtinê de ku ciwanan derfeta pirsîna pirsên xwe yên derbarê rêveberiyên herêmî û parvekirina ramanên xwe dîtin, Hevşaredar Bucak guhdariya daxwazên ciwanan kir û bersivên pirsên wan da.

HevÅŸaredar Bucak: Ji bo min rojeke bi heyecan e

Hevşaredar Bucak ku bi silavkirina ciwanan dest bi axaftina xwe kir, wiha got: "Ji bo min şexsî rojeke bi heyecan e. Hevşaredar Dogan li derveyî bajêr e, gelek silavên xwe ji we re hene. Mixabin carinan bernameyên ku ne di destê me de ne derdikevin. Em ê hemû ragihandin, pêşniyar, raman û rexneyên we bigirin û bibin. Li salona hûn tê de, di gel we, serokên daîreyan, karmendên yekeyên têkildar û endamên meclisê hene, ew jî dê notên pêşniyarên we bigirin."

'Em ê guhdariya pêşniyar û daxwazên her kesî bikin'

Hevşaredar Bucak ku bal kişand ser 8'ê Nîsanê ku salvegera tarîxa ku wan erêname girtî ye, wiha axivî: "Em bi tewecuheke gelekî girîng a gelê Amedê hatin hilbijartin, ciwanên ku li vir dengê xwe dan jî hene. Em ê guhdariya pêşniyar û daxwazên ciwanên lîseyî, zanîngehî, hemû kesên ku xwe di navenda vî bajarî de hîs dikin û dixwazin beşdarî bajêr bibin, bikin."

'Divê beşdarî bê nîqaşkirin'

Hevşaredar Bucak ku anî ziman ku ew dixwazin hevdîtina hanê bi girîngîdayîna beşdariyê pêş bixin, wiha dewam kir: "Baş e ku mirov 'dê çawa ciwanek beşdarîxwaz be', derbarê îro û pêşerojê de, nîqaş bike. Qonaxên dîrokî û dînamîk ên cuda yên ciwaniyê hene. Em, bi salên 2000'an re, bi ciwanekî ku hem di siyasetê de hem di rêveberiyên herêmî de hem jî di siyasetên bajêr de diafirîne, lê dibe ku mafê axaftinê di bajarên wan de ne ewqasî baş e ku em dixwazin, bi hev re dijîn. Em wekî DBB (Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê) û şaredariyên navçeyan, ji Konseya Bajêr heta mekanîzmayên şaredariyê; em li vir in ji bo guhdarîkirina pêşniyarên hevalên ciwan ên ku dixwazin bi tiştên cuda re bikevin nav têkiliyê, dixwazin dengê xwe bidin bihîstin û dixwazin mekanîzmaya beşdariyê pêk bînin. Qenc e ku hûn hatine, qenc e ku hûn li vir in."

Hevşaredar Bucak, piştî axaftina xwe bersivên pirsên ciwanan da.

Navendên ciwanan

Hevşaredar Bucak ku bersiva pirsa derbarê bikaranîna çekan a takekesî ya ku li bajêr zêde dibe, xebata ku li ser bikaranîna madeyên hişbir tê meşandin û rewşa navendên ciwanan da, wiha axivî: "Em ji aliyê hem rewşa navendên xwe yên ciwanan hem jî çalakiyan ve hewceyê revîzeyonekê ne, em beşek ji bingeha wê derbas kirin. Me ji warê ciwaniyê heta warê jinan, timî xebateke avakirinê û 'em çi dikin' meşand. Di dawiya salekê de me pêvajoya avakirinê temam kir. Piştî vê em dixwazin rêya gavên şênber ên ku hûn behs dikin û hevkariyê vekin. Em li ber temamkirina tamîr û lênerîna navendên ciwanan in. Ne tenê tamîr û lênerîn, divê naverok jî were xurtkirin, em wekî rêveberiyên herêmî her çiqas nêrîna şaredariyê ya civakparêz û azadîxwaza jinan ji sala 1999'an heta sala 2016'an, heta pêvajoya qeyûmê ya yekem, dane ser xeta xebatên xwe jî, pêvajoyeke qeyûmê ya heşt salan heye ku qet nehat nîşandan, paşve çû. Lewma ji bo behs lê kirina we, ji bo ku koma sînema û komên din ên ku hûn hevalên ciwan dixwazin, ne tenê felsefe, cih bigirin, hewceyî xebateke hevpar heye; lê em ê bi kîjan ekîbê pêşkêş bikin? Em ji dilxwazî an jî pêşniyarên din re vekirî ne. Dinya diguhere, bajar dîjîtal dibin, Amed ji bo ku ji perspektîfa demokratîk a ku li ser bingeha rast, bi xweşîhezkirin winda neke, hewceyî van veguherînan heye. Divê em hevalên ciwan ên nû tevlî binyata xwe bikin."

'Divê em tev bi hev re di vî warî de têbikoşin'

Hevşaredar Bucak ku bal kişand ser ku têkoşîna li dijî madeyê mijarek gelek zehmet e, wiha axivî: "Me ekîbeke piçûk ava kir, me Xaniyê Kevir ê xwe yê berê tamîr kir. Hevalên me dixwazin ekîbên xwe mezin bikin, wan li ser vê modulên perwerdehiyê girtin, nîqaşên derbarê xebatên pêşîlêgirtinê dimeşînin. Cihê ku me ava kiriye piçûk e lê bi we re wê mezin bibe, divê em tev bi hev re di vî warî de têbikoşin."

'Dê lansmana Festîvala Fîlman a Amedê were kirin'

Hevşaredar Bucak, bi van gotinan bersiva pirsa derbarê xebatên ku di warê çand û hunerê de tên kirin, da: "Divê mirov li nû bigere, divê mirov li çandên din binêre. Çêkirina şano û sînema bi kurdî, çêkirina hunerê di zimanekî de ku tê xwestin bê tunekirin, tiştekî gelekî muhteşem e. Ew tecrubeyên qewî; divê mirov dostên nêzî me, beşên ku tecrubeyên civakî bi me re dijîn, çandên nêzî me jî red neke. Di vê mijarê de tecrube û hevkariya me ya navneteweyî heye. Dê di vê çarçovê de di rojên pêş de lansmana Festîvala Fîlman a Amedê jî çêbe. Hewceyî qadên hunerî yên nû jî heye. Qadên din, qadên dîtbarî, pêşangeh dê çi bibin? Hê me pêşangeheke ku deng bide çênekiriye. Ev jî qadek e ku divê em pêş bixin. Em ê ji bo ku bêrawestan berheman çêkin, hunerê bi ciwanan, bi jinan re bimeşînin, xebatên xwe bidomînin."

'Em dixwazin mala stargehê ya duyemîn vekin'

Hevşaredar Bucak, bersiva pirsên ciwanan ên derbarê mala stargehê û HPV (Vaksîna Penceşêra Devê Malzarokê) da. Hevşaredar Bucak ku anî ziman ku Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê xebatek derbarê HPV de dest pê kiriye, got: "Heke proje bi encam bibe dê piştgiriya wê ya malî were peydakirin, heke bûdce neyê peydakirin jî em ê hewl bidin bi çavkaniyên xwe yên heyî vê pêk bînin. Dema ku em tiştekî wiha dikin jî em dixwazin ji hin gotinên populîst dûr bisekinin. Bi taybetî ji bo zarok û ciwanan, di vê mijarê de agahiyên çewt ên ku tên zanîn, hene. Em bi Komîsyona Tenduristiyê û Yekîtiya Bijîşkên Tirk re hevdîtinan dikin."

Bucak ku destnîşan kir ku kolan ji bo hin beşan ne ewle ne û wan fikarên vê yekê hene, wiha dewam kir: "Ji rohnîkirina kolanan heta rawestgehan, wekî rêveberiyên herêmî, berpirsiyariyên me yên derbarê rewşa fîzîkî ya bajêr de hene. Bi vê wateyê Serokatiya Daîreya me ya Veguhastinê xebatê dike. Rewşeke din, rewşa wargehên xwendekarên keç e. Em dizanin ku hem wargehên dewletê hem jî ya me têrê nakin. Em hin tedbîrên ku keçên ciwan tê de bi rihetî karibin herin û werin, minaqeşe dikin. Me hessasiyetên taybet ên ji bo vê qadê hene. Maleke me ya Stargehê heye lê em dixwazin ya duyemîn jî vekin. Qeyûman dema ku cara yekem pêkhatî ne, Xeta ‘Alo Şîdet Heye’ û Îstasyona Gava Yekem girtin. Niha em ji bo avakirina wê ya ji nû ve dixebitin. Em nikarin bi qasî têr bersivê bidin Mala Stargehê. Kesên trans nagihîjin me, divê em astengên gihîştinê derbas bikin. Yan na, em ê polîtîkayên xwe bi awayekî ku tu kesê/a ku tehdîda şidetê li ser vê mijarê digire, li kolanê nemîne, pêk bînin."

'Divê em qadên nû yên xebatê bibînin'

Hevşaredar Bucak ku bersiva pirsa derbarê ciwanên ku li derveyî xebatê dimînin jî da, wiha axivî: "Xizaniya giran, hawîrdora krîza aborî bêhtir bandorê li bajarê me dike. Em hem bi koça mejî hem jî bi koçên cuda re rû bi rû ne. Hemû ev, pirsgirêkên me yên civakî jî derdixe pêş çavan. Divê polîtîkayên me yên xebatê xurt bibin, zêde bibin, hewceyî piştgiriya ji hêmanên din ên bajêr heye. Hin şaredariyên me yên navçeyan nêzî nîvê bûdceyên xwe didin karmendan. Divê em qadên nû yên xebatê bibînin, veberhêneran teşwîqî vir bikin. Veberhêner cihên ku ji aliyê civakî ve bi îstîqrar in tercîh dikin. Divê em vê bangê bikin ku bila bûdceyên ku ji bo polîtîkayên ewlekarîparêz tên veqetandin, ji bo perwerdehiya ciwanan were dayîn."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30