Civîna xizmetê bi komeleyên astengdaran re hat lidarxistin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku beşdarbûna çalak a astengdaran di jiyana civakî de misoger bike û çareseriyên berdewam çêbike, bi nûnerên komeleyên astengdaran û rêxistinên civaka sivîl re civînek li dar xist.

Serweriya Daîreya Xizmetên Astengdar û Salmezin, ji bo ku beşdarbûna wekhev û çalak a welatiyên astengdar di jiyana civakî de misoger bike, polîtîkayên bingehî yên mafan pêk bîne û di vî warî de çareseriyên berdewam çêbike, li Navenda Çand û Kongreya Amedê civînek li dar xist. Di civînê de ku 30 komeleyên ku di warê astengdariyê de li navenda bajêr û navçeyan dixebitin û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl hatibûn vexwendin, nûnerên welatiyên astengdar daxwaz û pêşniyarên çareseriyê anîn rojevê.

Di civîna ku ji aliyê Serokê Daîreya Xizmetên Astengdar û Salmezin Ismaîl Degirmencî ve hat birêvebirin de, daxwaz û pêşniyarên çareseriyê yên welatiyên astengdar hatin guhdarîkirin û yek bi yek hatin qeydkirin.

Hefteya Astengdaran

Di civîna ku ji aliyê Midûriyeta Beşa Astengdaran ve hat organîzekirin de, li gel şiklgirtina çalakiyên ku di çarçoveya Hefteya Astengdaran a 10-16ê Gulanê de wê bên lidarxistin bi nêrînên komeleyên astengdaran, herwiha çalakiyên ku wê di dirêjahiya salê de berdewam bikin jî hatin nirxandin.

Di civîna plansaziya meha gulanê de ku armanc dikir ku ezmûn û pêşniyarên rêxistinên astengdaran di pêvajoyên biryarê yên şaredariyê de bên bicihkirin, hat armanckirin ku mekanîzmayeke hevkariyê ya mayinde di navbera rêveberiya herêmî û rêxistinên civaka sivîl de bê avakirin.

'Em xebatên xwe li ser bingeha mafan dimeşînin'

Midûrê Beşa Astengdaran Emîn Baran agahî li ser civînê da û diyar kir ku ew wek Şaredariya Bajarê Mezin Daîreya Pîr û Astengdaran hewl didin ku xebatên xwe bi 30 komeleyên astengdaran ên ku li Diyarbekirê hene re bimeşînin, û got ku ew xizmetên ji bo astengdaran li ser bingeha mafan, bi awayekî wekhev û gihîştbar dimeşînin.

'Me di nava meha gulanê de xebat plankirin'

Baran destnîşan kir ku ew rêxistinên astengdaran jî dikin nav pêvajoyên biryarê yên xebatan û wiha axivî: "Di vê çarçoveyê de me îro li vir civînek li dar xist û me 30 komeleyên xwe vexwendin civînê. Hema hema nêzî hemû beşdarî civînê bûn. Bi pêşniyaran civîneke gelek bikêrhatî derbas bû. Pêşî di çarçoveya 10-16ê Gulanê Hefteya Astengdaran de me di nava meha gulanê de xebat plankirin. Di vê wateyê de çalakiyên curbecur derketin pêş. Çalakiyên girîng wek sifra li ser erdê û çandina şitilan derketin pêş."

'Me wek şaredarî berpirsiyarî girt ser xwe'

Baran got ku wan biryar da ku van civînan bi awayekî berdewamî belav bikin li hemû salê û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Di xala ku mafên astengdaran bi perspektîfeke li ser bingeha mafan bên meşandin de me wek şaredarî berpirsiyarî girt ser xwe û em ê xebatên xwe bi hev re bimeşînin bi rêxistinên astengdaran re."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30